Hums-SANA
Rêveberîya Ewlekarîya Hundirîn li bajarê Restenê yê gundewarê Himsê, kujerê tawana gundê Dêr El-Şerqî yê ser bi herêma Me’eret El-Numanê ve girt. Ev girtin bi hevrêzkarîya ligel Fermandarîya Ewlekarîya Hundirîn ya Idlibê, piştî sê rojan ji reva wî û di dema hewldana wî ya derketina ji welat de, pêk hat.
Di encama wê tawana hovane de 5 kesan jîyana xwe ji dest dabû (di nav de jina wî û kurê wî) û 4 kesên din jî birîndar bûbûn.
Wezareta Navxweyî dîyar kir ku tuhmetbar di lêpirsîna destpêkê de mukur hat ku wî tawan pêk anîye û sedema wê jî wekî nakokîyên malbatî yên têkildarî pirsgirêkên hevjînîyê nîşan da.
Bûyer di dawîya meha Kanûna Duyem de pêk hatibû, dema ku kujer gule li endamên malbata jina xwe barandin û bû sedema ketina qurbanîyan.