Heseke-SANA
Rêveberîya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêneran li Parêzgeha Hesekê, destpêkirina bernameya bi navê “Baştirîn Nan” ragihand.
Armanca vê bernameyê çakkirina pergala berhemanîna nan, baştirkirina kalîteya nan û zêdekirina karîgerîya karên nanpêjgehên giştî û taybet e, da ku ev yek bandoreke erênî li ser dabînkirina nanê bikalîte û berdewamîya hilberîna wî bike.
Rêveberê Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêneran li Parêzgeha Hesekê Mihemed Şewqî Mihemed eşkere kir ku di çarçoveya bernameyê de, bingeheke yasayî ya nû ji bo xebitandina nanpêjgehên giştî li gorî şêwazekî hevkarî û karê tîmî tê amadekirin.
Mihemed da zanîn ku ev pêngav dê bibe alîkar di bilindkirina asta performansê û başkirina veberhênana sazîyan de, ligel berdewamkirina çavdêrîya hûr û misogerkirina mafên welatîyan.
Navborî her wiha destnîşan kir ku komîteyên pispor hatine avakirin da ku rewş û karên nanpêjgehan bişopînin, kalîteya hilberînê binirxînin û cîbicîkirina pêngavên sererastkirinê kontrol bikin.
Di heman demê de kar tê kirin da ku ji bo ard û nan pîvan û taybetmendîyên hûr werin dîyarkirin; bi vî rengî dê kalîteya berhemê ji madeya xam heta berhemê dawî, li gorî pîvanên zanistî yên ku mirov dikare bipîve û binirxîne were misogerkirin.