Siwêda-SANA
Parêzgarê Siwêdayê Mistefa El-Bekûr, tekez kir ku girtina ser mal û mîvangeha Atif Hinêdî, girtina wî û dûrxistina wî ji Siwêdayê li ser destê komên deryasayê ne bûyereke demkî ye; di heman demê de bal kişand ser sembolîya civakî ya mezin a mal û mêvangehê li Cebel El-Ereb, ew sembolîya ku xelkê deverê di dijwartirîn demên nakokîyan de jî parastiye.
El-Bekûr zelal kir ku metirsîya bûyerê zêdetir dibe, çinku piştî daxuyanîyekê hat ku tê de Hinêdî behsa welatperwerî, dîrok û helwestên xelkê xwe kiribû, û pirsyar kir: Gelo dema yek nerîna xwe bibêje û li ser dîrokê biaxive, dibe sedema girtina bi ser malan de û dûrxistina mirovan ji axa wan?
Parêzgar dîyar kir ku ev pirsgirêk bi qedera her kesekî li Siwêdayê ve girêdayî ye, da ku li dijî komên ku daxwazên xwe bi hêza çekan ferz dikin bisekinin, û hişyarî da ku berdewamîya bêdengîyê dibe ku van binpêkirinan bike adetek û bibe gef li ser her kesî.
Ji alîyekî din ve tekez kir ku xemxwarîya civakê ya ji bo parastina aştîya civakî, nayê wê wateyê ku ew dê sertewandinê qebûl bike, û got ku rûmeta civakê bi helwesta xelkê tê parastin, dema ku ew bi yek dengî red dikin ku komek xwe bike dadwer û dergevanê zindanê û li ser hesabê qanûnê.
El-Bekûr daxwaz ji aqilmend, rûspîyên civakê û kesayetên xuya yên Siwêdayê kir ku xelkê wê bi biryardarî helwestekê bigirin; li dijî girtina bi ser malan de, binçavkirin, dûrxistin û sepandina nerînan bi hêza çekan rawestin. Her wiha tekez kir ku Siwêda ji her komeke çekdar mezintir e.
Parêzgar di dawîya axaftina xwe de bal kişand ser parastina dîroka çîya û rûmeta wî, her wiha pîrozîya malan û mafê welatîyan yê jîyana bi ewlehî, û bi bîr anî ku dîrok helwesta wî kesê ku binpêkirinê dibîne û li hember wê bêdeng dimîne tomar dike, bi heman rengê ku pê kiryarên binpêkeran tomar dike.