Şam – SANA
Sazîya Giştî ya Niştecihkirinê bang li kesên ku malên wan ji ber erdhejê li Laziqîyê û Helebê zirar dîtine kir ku serî li şaxên sazîyê bidin da ku girêbestên xwe îmze bikin û malên xwe wergirin. Ev pêvajo di navbera 29ê Adarê û 26ê Gulana 2026an de pêk tê. Daxuyanî avahîyên dîyarkirî yên li “Otobana Şoreşê” li Laziqîyê û taxa “El-Me’seranîyê” li Helebê li xwe digire, û ev daxuyanî wekî agahdarkirina kesane ji bo her kesekî tê hesibandin.
Ev gav di çarçoveya şopandina hikûmetê de tê ji bo dabînkirina cih û waran ji bo kesên ku ji ber erdheja Sibata 2023an zirar dîtine û bicihanîna projeya “Niştecihkirina Cîgir”. Sazîya Niştecihkirinê leza radestkirinê zêde dike da ku aramîya malbatan misoger bike. Hêjayî gotinê ye ku erdhejê wêranîyeke mezin li pey xwe hişt, nexasme li Cindirêsê li gundewarê Helebê ku bi sedan mal tê de hatin rûxandin.