Hims – SANA
Ji bo amadekarîyên destpêkirina sala xwendinê ya 2026-2027 Rêveberîya Perwerde û Fêrkirinê li Himsê nûjenkirina 26 dibistanên zîyandîtî li gundewarê parêzgehê didomîne. Rêvebera perwerde û fêrkirinê li parêzgehê Doktora Melek El-Siba`î, dîyar kir ku ev dibistan dê 387 polan dabîn bikin ku dê bi qasî 15 hezar xwendekaran bi cih bikin. Ev yek jî ji bo aramîya pêvajoya perwerdehîyê alîkar e.
Ev plana ku bi hevrêzîya civaka xwecihî û rêxistinan tê meşandin, çaksazkirina 66 dibistanên heyî dihewîne. Li gor endezyar Mereh Hudeyb ku çavdêra projeyekê ye, dîyar kir ku karê niha li ser jinûveavakirina binesazîya zîyandîtî, mîna siwarkirina pencere û derîyan, pêkanîna karên elektrîkê û boyaxkirinê, disekine.
Armanc ji vê hewldanê kêmkirina êşa gel e, û peydakirina jîngeheke perwerdehîyê ya ewle ye. Hêjayî gotin ye ku hîn 239 dibistan li parêzgehê hene ku ji xizmetê derketine, û biryar heye ku nûjenkirina wan, li gorî plana hatî danîn, di nav du salan de were temamkirin.