Hema – SANA
Rêveberîya Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li Hemayê dîyar kir ku teqîneke tozê li sîloyên dexlûdan yên Keferbehmê li gundewarê rojavayê Hemayê di dema karên paqijkirin, pakkirin û çakkirinê de pêk hat, ku di encamê de karkerekî jîyana xwe ji dest da û 7ên din jî birîndar bûn.
Rêveberê Bazirganîya Navxweyî û Parastina Bikarhêner li Hemayê Hazim Sermanî, di daxuyanîyekê de ji nûçegihanê SANAyê re îro Înê eşkere kir ku bûyer di dema rabûna komên kar bi karên paqijkirin, pakkirin û çakkirina demkî wek amadekarîyekê ji bo wergirtina werza genim a sala 2026an de pêk hat.
Navborî amaje pê kir ku daneyên berdest nîşan didin ku peymankarê çakkirinê amûreke lêhimkirinê di hundirê cih de bi kar anîye, ku ev yek li dijî mercên ewlehî û silametîyê yên tund e ku karên bi vî rengî di sîloyan de qedexe dikin ne ku li gorî rêgezên dîyarkirî bin, ku ev yek jî bûye sedema qewimîna bûyerê.




