Şam-SANA
Koşka Dadê ya Şamê, duh Duşemê dest bi ceribandina xizmeta agahdarkirina dadwerî ya elektronî kir, bi armanca bilezkirina temamkirina miameleyan, hêsankirina rêkaran û misogerkirina gihîştina agahdarkirinan ji bo alîyên dozan bi dirustî û pêbawerî.
Dozgerê Giştî li Şamê Dadwer Husam Xetab, îro Sêşemê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku qonaxa ceribandinê ji bo ceribandina xizmetê û tomarkirina şaşî û têbînîyan hatiye veqetandin, wekî amadekarîyekê ji bo çareserkirina wan û belavkirina xizmetguzarîyê li ser asteke berfireh.
Xetab destnîşan kir ku ev gav di çarçoveya xurtkirina veguherîna dîjîtal û pêşxistina karê dezgehdarî de tê, bi rêya bikaranîna teknolojîyên nûjen ji bo bilindkirina mekanîzmayên karê dadwerî û hêsankirina bidestxistina xizmetguzarîyan ji alîyê welatîyan ve.
Navborî bal bir ser wê yekê ku ragihandina elektronîkî rê li ber derengketina dadgehan digire; dem û westana alîyên dozê kêm dike û biryardana li ser dozan bileztir dike.
