Şam-SANA
Şandeyeke Koreya Başûr û nûnerên Rêxistina Neteweyên Yekbûyî ya Zarokan (UNICEF), serdana stasyona pompekirina Coberê ya li Șamê kir, da ku li ser rewşa kar û xebatên di çarçoveya projeya nûjenkirina pompeyan de li navendên Șamê û gundewarê wê agahdar bibin.
Kompanya Giştî ya Ava Vexwarinê û Kanalîzasyonê li Şamê, li ser rûpela xwe ya Facebookê, îro Yekşemê, dîyar kir ku rêveberê kompanyê Ehmed Derwîş, şiroveyek derbarê rewşa karê stasyonê û alavên ku hatine nûjenkirin ji bo şandeyê pêşkêş kir.
Ev serdan di çarçoveya xurtkirina hevkarîyê ligel alîyên bexşîner tê, ku Komara Koreya Bașûr hevkareke darayî û piştgir e ji bo projeya nûjenkirina pompeyên bin avê û yên asoyî di navendên pompekirinê yên Şamê û gundewarê wê de bi hevahengîya ligel UNICEFê. Di vê çarçoveyê de sê pompe ji wan li stasyona Coberê ya pompekirinê hatine sazkirin, ku ev yek beşdarîyê di bilindkirina karîgerîya stasyonan û baştirkirina dabînkirina ava vexwarinê de dike.

