Şam-SANA
Zanîngeha Virtual a Sûrîyê ragihand ku encamên mufadeleya bûrsan (xwendekarên serkeftî – yên astengdar) ji bo xwendekarên ku di nîvsala xwendinê ya Payîza 2025an de hatine qebûlkirin, derketine.
Zanîngehê di daxuyanîya li ser rûpela xwe ya Facebookê de îro Yekşemê, bang li wan xwendekarên ku navên wan di lîsteyan de hene kir ku kaxezên xwe radestî navenda gihîştinê ya herî nêzîk li parêzgeha xwe bikin, û dîyar kir ku tomarkirina wan dê rasterast bi rêya koordînatorên bernameyên wan bê kirin û piştî radestkirina kaxezên pêwîst ji alîyê wan ve, dê wasila danê bi rêya e-mailê ji wan re were şandin.
Zanîngehê bal kişand ser wê yekê ku xwendekarên Şamê dikarin kaxezên pêwîst li navenda sereke ya zanîngehê ya li ser Otostrada Mezzeyê, ji îro Yekşemê ve û heta roja Çarşema bê radest bikin.
Zanîngehê zelal kir ku serlêder dikarin hemû hûrgulîyan bi rêya vê lînkê bibînin: