Şam-SANA
Dadgeha Tawanan a Çaremîn li Koşka Dadê ya Şamê, îro Sêşemê, rûniştina xwe ya heştemîn ji bo vekolînkirina doza li dijî Atif Necîb li dar dixe. Atif Necîb bi encamdana tawanan li dijî gelê Sûrîyê tê tawanbarkirin.
Dadwer Fexredîn El-Uryan serokatîya rûniştinê dike, bi amadebûna endamên Desteya Niştimanî ya Dadwerîya Veguhêz û nûnerên rêxistinên yasayî û mirovî yên navdewletî.
Rûniştina derbasbûyî ku di 28ê Tîrmeha borî de hatibû lidarxistin, ji bo guhdarkirina li gotinên dîdevanekî li ser daxwaza desteya parastinê hatibû veqetandin. Dîdevan li wir di çarçoveya tevdîrên piştrastkirina dadwerî de, îfadeya xwe li pêşîya desteya dadgehê dabû.