Hesekê-SANA
Di civînekê de li Hesekê, ku serokê Komîsyona Wezaretê ya Ava Vexwarinê û berpirsên parêzgehê tê de amade bûn, rewşa Stasyona Ava Elokê û hewldanên berdana wê, hatin gotûbêjkirin.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê, Ehmed El-Hîlalî, dîyar kir ku pêngavên ku niha têne avêtin, ji bo lezandina paqijkirina devera temasê ji mayînan bi hevahengîya ligel Wezareta Parastinê ye, û nehiştina destdirêjîyan li ser xeta herikîna avê bi hevkarîya Hêzên Ewlekarîya Hundirîn, da ku berî ceribandina berdana avê, silametîya torê were misogerkirin.
Her weha destnîşan kir ku Kompanya Avê wê di demeke nêz de daxuyanîyeke fermî belav bike ku tê de amadebûna teknîkî ya stasyonê û planên wê yên pêşerojê yên ji bo xebitandinê, werin ronîkirin.
El-Hîlalî ji bo welatîyên parêzgeha Hesekê tekez kir ku Rêveberîya Parêzgehê û Tîma Serokatîyê bi hemû şîyana xwe dixebitin da ku krîza avê di zûtirîn dem de bi dawî bikin, û ev yek beşek ji hewldanên hikûmetê ye, ji bo nûjenkirina sazîyên jînewerî û baştirkirina xizmetguzarîyên bingehîn li gundewarê Hesekê.