Heleb-SANA
Duh roja Şemîyê, li bajarê Helebê dibistanên amadeyî yên şer’î yên nû hatin vekirin, di nav wan de Dibistana Amadeyî ya “Cîl El-Temkîn”, bi hevkarîya di navbera Sazîya Cîl El-Temkîn û Rêveberîya Ewqafê ya Helebê de, bi mebesta piştgirîkirina perwerdeya şer’î û dabînkirina jîngeheke perwerdeyê ya tekûz ku zanistên olî û yên gerdûnî li hev dicivîne.
Rêveberê Perwerdeya Şer’î li Rêveberîya Ewqafê ya Helebê Ebdullah Lebabîdî ji SANAyê re dîyar kir ku vekirina Amadeyîya Cîl El-Temkîn hejmara dibistanên amadeyî yên şer’î yên ku vê dawîyê li hundirê bajêr hatine vekirin bilind dike bo 23 amadeyîyan, da ku hejmara giştî li ser asta parêzgehê bigihîje 87 amadeyîyên şer’î, ligel 18 peymangehên şer’î.
Her wiha da zanîn ku bernameyên xwendinê pişta xwe dispêrin her du beşên zanistî û wêjeyî, û rê didin xwendekaran ku li gorî koma puanên xwe ji bo ketina fakulteyên cuda cuda yên zanîngehê yên wekî bijîşkî, endezyarî û wêjeyî pêşbazîyê bikin.







