Heleb-SANA
Parêzgeha Helebê, qonaxa yekem a hilanîna bermayîyên wêranîyan û çeperên axê û vekirina rêyan li devera El-Seken El-Şebabî li her du taxên Benî Zeyd û Eşrefîyê bi dawî anî, bi beşdarîya hejmareke alîyan, di çarçoveya hemleya giştgîr de ya ku Adara borî hatibû destpêkirin ji bo vegerandina jîyanê û hêsankirina tevgera çûnûhatinê.
Parêzgehê dîyar kir ku xebatan hilanîna bêtirî 150 hezar metreyên kub ji kavilan, vekirina 20 kolanên sereke û 60 rêyên nav taxan li xwe girtin, ligel rakirina komên bermayîyan ji ber 2555 malan, 10 navendên veguherîna elektrîkê, 7 qadên giştî, du dibistan, mizgeftek û baxçeyekî.
Ev ragihandin di çalakîyekê de hat ku tê de Parêzgerê Helebê Ezam El-Xerîb, bang li xelkê kir ku vegerin malên xwe û dest bi nûjenkirina wan bikin. Di çalakîyê de tîmên beşdar ên Wezareta Berevanîyê, Rêveberîya Xizmetên Teknîkî, Encumena Bajêr, Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan û tîmên xwebexş, hatin xelatkirin.
Endamê ofîsa cîbicîkar Ferhad Xorto, bal kişand ser wê yekê ku ev gav di çarçoveya projeya vegerandina jîyanê bo her du taxan de tê, her wiha ji bo amadekirina șet û mercan bo nûjenkirina jêrxaneyê û temamkirina karên çaksazkirinê, bi hemahengîya di navbera Encumena Bajêr û alîyên ewlehî û xizmetguzarîyê de ye.
Ji alîyê xwe ve, Eymen Riza ku yek ji niştecihên deverê ye, tekezî li ser girîngîya hilanîna kavilan kir da ku rê li pêşîya vegera xelkê vebe, ji bo gihiştina malên xwe û paqijkirina wan, her wiha destnîşan kir ku hewcedarî bi berdewamîya bizavan di qonaxên bê de heye, bi taybetî di karên jiheveqetandin û çaksazkirinê de.



