Siwêda-SANA
Tevgereke geş a derbasbûna sivîl û wesayîtan bi rêya Derîyê El-Metûne li gundewarê bakurê Siwêdayê di heyama borî de peyda bû, hevdem ligel belavbûna Hêzên Ewlehîya Navxweyî ji bo rêkûpêkkirina tevgerê, ewlekirina rê û hêsankirina derbasbûna welatîyan; ev yek bû sedema bilindbûna hejmara kesên ku di vî derî re diçin û tên.
Rêveberê devera Şehbayê Tariq Edwan ji “SANA”yê re dîyar kir ku tevgera derbasbûn û derketinê li gor heyamên borî bi awayekî berbiçav zêdetir bûye, ji encama hêsankarîyên ku ji hêla sazîyên ewlehî û îdarî ve hatine pêşkêşkirin. Her wiha da zanîn ku tevgera bazirganî jî pirtir bûye ji ber zêdebûna ewlehîyê, belavbûna tîmên ewlekarîya rêyan li ser otostradê, û zêdekirina saetên kar li derîyê sînorî li ber çûn û hatina otomobîlên barhilgir.
Ji alîyê xwe ve, berpirsê rêbenda El-Metûne Ehmed El-Xezalî da zanîn ku tevgera derbasbûnê bi awayekî asayî bi rê ve diçe, û tekez kir ku rêkarên pêwîst ji bo birêkxistina tevgera wesayît û welatîyan bi leza li gor karînê tên bicîanîn, hevgav li gel rênimayên serkirdeyên ewlehî û îdarî ji bo hêsankirina çûn û hatinê û piştgirîya tevgera bazirganî.
Derîyê El-Metûne xaleke derbasbûnê ya girîng e, li nêzîkî gundê El-Metûne yê ser bi devera Şehbayê ve ye, û damareke sereke ye ku parêzgeha Siwêdayê bi Şama paytext û gundewarê wê ve girê dide.





