Şam – SANA
Hêzên Artêşa Sûrîyê îro Duşemê derbasî bajarê Şedadê yê li başûrê Hesekê bûn, piştî ku HSDê endamên rêxistina DAIŞê ji girtîgeha Şedadê berdan.
Desteya Operasyonan a artêşê di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê got: “Yekîneyên artêşê dê girtîgeha Şedadê û derdora wê ewle bikin, her wiha dê operasyona paqijkirinê li bajarê Şedadê û derdora wê pêk bînin bi armanca girtina wan girtîyên ku HSDê ew berdabûn û endamên rêxistina DAIŞê ne.”
Desteya Operasyonan dîyar kir ku dê girtîgeha Şedadê û sazîyên ewlehîyê yên li bajêr tavilê radestî Wezareta Navxwe werin kirin, piştî ku operasyonên ewlekirin û paqijkirinê bi dawî bibin. Desteyê amaje kir ku fermandarîya artêşê bi navbeynkaran û fermandarên HSDê re têkilî danî da ku girtîgehê radestî Ewlehîya Hundir bikin ji bo ewlekirina wê û derdora wê, lê fermandarîya HSDê ev daxwaz red kir û heta vê kêlîyê jî red dike.
Desteya Operasyonan, HSDê bi temamî berpirsîyar dît derbarê berdana endamên rêxistina DAIŞê ji girtîgeha Şedadê, û tekez kir ku yekîneyên artêşê dê çi pêwîst be bikin ji bo dubare kontrolkirina herêmê û misogerkirina ewlehîyê.