Şam-SANA
Sibe Pêncşemê, li Bajarê Nû yê Pêşangehan li Şamê bi serpereştîya Wezareta Aborî û Pîşesazîyê û Yekîtîya Odeyên Pîşesazî yên Sûrîyê, çalakîyên gera şeşemîn a Pêşangeha Navneteweyî ya Pîşesazîyên Ciwankarî û Parfûman (Alem El-Cemal – Cîhana Bedewîyê) dest pê dikin. Ev pêşangeh ji alîyê Sazîya Armada ya Pêşangeh û Kongreyên Navdewletî ve tê birêvebirin,
Çalakîyên pêşangehê dê 4 rojan berdewam bikin, heta 12ê vê mehê. Di pêşangehê de, 195 şirket ji Sûrîyê û 7 welatên Erebî û bîyanî (Tirkîye, Nemsa, Brazîl, Erebistana Siûdî, Libnan, Urdun û Misir) beşdar dibin. Ev şirket di pîşesazîya ciwankarîyê û pêdivîyên wê de pispor in, wek: kelûpelên makyajê, qutîyên plastîk, amûrên dagirtin û paketkirinê, gulav û xizmetên piştgirîyê, bi gelek berhemên curbicur.
Rêveberê Giştî yê Sazîya Armadayê Ehmed El-Madî di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê dîyar kir ku pêşangehê piştî ku di pênc gerên borî de şîyana xwe peyitand, bala kompanyên navneteweyî yên girîng kişand.
El-Madî destnîşan kir ku piştî vebûna aborî ya li pey rizgarkirina Sûrîyê ji rejîma hilweşîyayî, bi dehan kompanyên bîyanî ji bo cara yekem beşdarî pêşangeheke Sûrî dibin da ku hevparîyên bazirganî û veberhênanê ava bikin, ev yek jî dê şîyanên hilberînê yên vê sektora zindî xurt bike.
