Şam-SANA
Wezîrê Navxwe Enes Xetab tekez kir ku ew zêdegavîya ku di dema lêpirsîna doza wefata xortê bi navê Mihemed Ximêre de hatiye selmandin, bi tu awayî nayê qebûlkirin û bêhincet e.
Xetab dûpat kir ku sistî û nermî di mijara rûmet û mafên welatîyan de nayên kirin û her zêdegavîyek ji hêla karmendekî wezaretê ve were kirin nûnertîya sazîyê nake, û pîşeya wî nabe mertal ji bo reva ji hesabpirsînê.
Xetab îro Pêncşemê li ser platforma (X)ê got: “Min ji kêlîya yekem ve doz şopand û min ferman da ku ji bo eşkerebûna hûrgilîyên wefata Ximêre komîteyeke lêpirsînê were avakirin. Ev yek ji berpirsyarîya me ya ji bo dîtina rastîya tevahî û hesabpirsîna ji her kesê ku zêdegavî yan xemsarî kiriye tê, pileya wî çi dibe bila bibe.”
Navborî dîyar kir ku komîteyê xebatên xwe bi dawî kirin û îro di civîneke çapemenîyê de encam ragihandin.
Di civînê de hat selmandin ku yek ji lêkolîneran zêdegavî kiriye; lewma derbarê wî de rêkarên yasayî hatin destpêkirin û radestî dadgeha pispor hat kirin, ligel temamkirina rêkarên dîsîplînê yên li gorî encamên komîteyê.
Wezîrê Navxwe Enes Xetab bal kişand ser wê yekê ku her çiqas wezaret di rojên borî de rastî gelek tawanbarî û gumanan hatibe jî, lê wan baştir dît ku bila encamên lêpirsînê û rastî biaxivin.
Xetab li dawîyê jî got ku îro eşkere bû ku helwesta wezaretê ne ji bo parastina kesekî yan reva ji berpirsyarîyê bû, lê belê nîşana pabendbûna bi dîtina rastîyê û hesabpirsîna ji tawanbaran bû; da ku tu kes bi tiştê ku nekiriye neyê tawanbarkirin.