Laziqîye-SANA
Wezareta Hundir ragihand ku Hêzên Ewlehîya Hundirîn endamên bandeke ku ji çend kesan pêk tê, li devera Cibleyê ya gundewarê Laziqîyê girtin. Ev band berê tev li operasyoneke talankirinê bi rêya çekan bûbû, piştî ku xwe wekî endamên hêzên ewlehîyê dabûn naskirin.
Wezaretê dîyar kir ku di encama operasyonê de hin tiştên hatibûn dizîn hatin vegerandin; di nav de 56 lîreyên zêr, zêrên curbecur û her wiha 50,000 dolarên Amerîkî hebûn. Ev mal û milk piştî naskirinê, li gorî rêgezên yasayî radestî xwedîyên wan hatin kirin.
Wezareta Hundir lêkolînên xwe ji bo şopandin û girtina endamekî din ê bandê ku xwe veşartiye berdewam dike. Her wiha kesên girtî ji bo temamkirina karûbarên yasayî yên pêwîst radestî alîyên peywendîdar hatin kirin.






