Heleb-SANA
Şênîyên çend gundên nêzîkî Bendava Tişrînê li gundewarê Helebê çalakîyeke nerazîbûnê li dar xistin. Di vê çalakîyê de, daxwaz ji rêxistina HSDê hat kirin ku cenazeyên wan sivîlên ku di van demên dawî de li nêzîkî bajarê Kobanê (Eyn el-Ereb) hatine kuştin radest bikin, da ku malbatên wan bikarin li gorî rêûresmên olî û civakî wan veşêrin.


