Reqa-SANA
Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Bendava Firatê, Endazyar Heysem Bekûr ragihand ku tibaba ava ku ji Bendava Kedîranê derbas dibe, ji sibeha îro Yekşemê ve gihîştiye nêzîkî 825 metre sêca di çirkeyê de.
Bekûr her wiha dîyar kir ku ev tibab dê herî kêm deh rojan li ser vê astê bimîne.
Heysem Bekûr di daxuyanîyekê de ku Rêveberîya Ragihandina Reqayê li ser kanala xwe ya Telegramê belav kiriye, destnîşan kir ku ev zêdebûn nabe sedema metirsîyê.
Lê belê, wî tekezî li ser giringîya hişyarîyê kir û bang kir ku ji bo parastina ewlehîya giştî, divê welatî di çem de melevanîyê nekin û makîne û amûrên çandinîyê ji qeraxên çem dûr bixin.
Wezaretê bang li xelkê parêzgehên Reqa û Dêrezorê kir, bi taybetî yên ku li nêzîkî Çemê Firatê dijîn, ku hişyar bin û ji nav û qeraxên çem dûr bikevin û avjenîyê tê de nekin.
Ev bang hemwextî zêdebûna hêdî-hêdî ya tibaba ava derbasbûyî hat kirin, ku dê bibe sedema bilindbûna asta avê û zêdebûna leza herikîna wê.