Dera-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker ên ku li baregeha Cezîreyê cih digirin, îro Pêncşemê gule ber bi malên xelkê gundê Me’rîye li gundewarê Derayê yê rojava avêtin.
Nûçegihanê SANAyê li Derayê dîyar kir ku tu birîndar di nav sivîlan de yan zîyanên madî bi sedema avêtina guleyan çênebûne, lê di nav xelkê gund de tirs û alozî çêkir.
Hêzên Îsraîla dagîrker Sêşema borî jî di dema derbasbûna xwe ya bo gundê Me’rîye zîyan gihandin mal û milkên sivîlan, û xelkê rêya ku hêzên dagîrkerîyê di dema derbasbûnê de vekiribû, ji nû ve girt.