Heleb-SANA
Serokê Dozgerîya Giştî li Ezazê ya gundewarê Helebê, ragihand ku jineke 63 salî îro Înê, nêzî demjimêr 12:15ê nîvro, ji ber encamên êrîşa li ser Nexweşxaneya Medicalsê li Ezazê ku duh Pêncşemê pêk hatibû, jîyana xwe ji dest da.
Dadwerîya Ezazê di daxuyanîyekê de dîyar kir ku amûra henaseyê ku li ser textê nexweşa bi navê Wedha Ehmed El-Emaş hatibû danîn, li gorî agahîyên destpêkê rastî êrîşê hatiye, ev yek bûye sedema rawestandina amûrê û piştre jina navborî jîyana xwe ji dest daye.
Dozgerîya Ezazê dest bi rêkarên yasayî yên pêwîst kir ji bo lêkolînkirina hûrgilîyên bûyerê û komîteyeke bijîşkî ava kir da ku sedemên mirinê û berpirsîyarîyan dîyar bike, wekî amadekarîyekê ji bo wergirtina pêngavên yasayî li dijî her kesê ku berpirsîyarîya wî were peyitandin.
Li dawîyê jî, Dozgerîya Ezazê destnîşan kir ku her encam an daneyeke fermî ya nû dê piştî temambûna lêpirsînan ji hêla alîyên peywendîdar ve tavilê were ragihandin.