Şam-SANA
Komîteya Bilind a Hilbijartinan, li gorî biryarên Danezana Destûrî û her du mersûmên sala 2025an (hejmar 66 û 143), lîsteya destpêkê ya komîteyên şaxî ji bo her du herêmên hilbijartinê li parêzgeha Reqayê derxist.
Li gorî biryarê, lîsteya destpêkê ya komîteyên şaxî li her du herêmên hilbijartinê (Reqa – Tebqa) bi vî awayî ye:
Parêzgeh: Reqa
Herêma Hilbijartinê: Reqa
Endamên Komîteya Şaxî: Ebdulkerîm Ehmed El-Eskerî, Ebîr Îsmaîl El-Hemadî û Mehmûd Ebdulkerîm Ebdullah.
Herêma Hilbijartinê: Tebqa
Endamên Komîteya Şaxîî: Omer Ebûd El-Mela Îsa, Mûsa Îbrahîm El-Ehmed û Fewaz Mihemed El-Şêx.
Komîteyê di biryara xwe de dîyar kir ku cihê karê komîteya şaxî li navenda herêma her devera hilbijartinê tê dîyarkirin.
Biryarê mafê îtîrazê li ser lîsteya destpêkê da kesên peywendîdar ku di nava du rojan de ji dîroka derketina biryarê, li ber komîteya îtîrazan a parêzgehê gilîyên xwe pêşkêş bikin; komîte jî mecbûr e herî dereng di nava rojekê de biryara xwe li ser îtîrazan bide.
Komîteya Bilind a Hilbijartinan sêşema borî biryara avakirina komîteyeke dadwerî ya şaxî li parêzgeha Reqayê ji bo her du herêmên (Reqa û Tebqa “El-Sewra”) derxistibû.
Reqa ji sê herêman pêk tê; di Cotmeha borî de du nûner ji bo “Girê Spî” hatin hilbijartin, di heman demê de amadekarî berdewam in ji bo hilbijartina 3 nûneran ji bo herêma “Reqa” û nûnerekî ji bo “Tebqa”.