Dêrazor-SANA
Kompanya Sûrî ya Petrolê, îro Înê, ragihand ku wê rakirina tevaya parzûngehên paşketî yên li parêzgeha Dêrezorê bi dawî kir.
Kompanyê bi rêya kenala xwe ya Telegramê ragihand ku ev gav ji bo xurtkirina parastina jîngehê ye, çavkanîyên petrolê diparêze û piştgirîya rêxistinkirina karê petrolê û bilindkirina asta wî dike.
Sala 2026an li navçeyên cuda cuda yên parêzgehê, helmetên girtina parzûngehên paşketî û sekinandina parzûnkirina bi awayên destpêkî tevî destserkirin yan jî têkdana hin alavan, pêk hatin.
Tê zanîn ku parzûngehên paşketî yên bi navê “heraqat” tên naskirin, yekîneyin destpêkî yên parzûnkirina nefta xav in, belavbûna wan bi hebûna zevîyên mezin ên petrolê li parêzgehê ve girêdayî bû, û bibûn pirsgirêkeke jîngehî û tenduristî ya metirsîdar li deverê.