Reqa – SANA
Şirketa Sûrî ya Petrolê ragihand ku wê “karên rakirina parzûnkên seretayî yên neftê li parêzgeha Reqayê bi temamî bi dawî kirine”, ev yek di çarçoveya hewldanên wê yên ji bo kêmkirina qirêjîyê, baştirkirina pîvanên ewlehî û tenduristîya giştî û parastina jîngehê li deverên hilberînê tê.
Rêveberê Rêveberîya Piştgirîya Cîbicîkar Macid El-Hedîd, di daxuyanîyeke ku kanala Şirketa Sûrî ya Petrolê li ser Telegramê weşand da zanîn ku, temamkirina rakirina van parzûnkan li Reqayê pêngaveke girîng e ber bi jîngeheke ewletir û rêkûpêktir ve û beşdarîyê di kêmkirina bandorên tenduristî û jîngehê yên ji van kiryaran derdikevin de dike. Navborî destnîşan jî kir ku parêzgeh ketiye qonaxeke nû ku xwe dispêre pîvanên çêtir ên ewlehîyê, parastina jîngehê û birêvebirina çavkanîyên neftê.
El-Hedîd tekez kir ku şirket her weha cîbicîkirina karên rakirina parzûnkên destpêkî yên neftê li hemû herêmên hilberînê li gorî planeke qonax bi qonax û bi hevahengîya alîyên peywendîdar didomîne, bi awayekî ku di kêmkirina gazên ziyandar û baştirkirina ketwara jîngehê û tenduristîyê de bibe alîkar.




