Enqere – SANA
Şandeke Wezareta Navxwe ya Sûrîyê bi xwendekarên Sûrî yên bo Akademîya Cendirme û Parastina Peravê ya Tirkî hatine şandin re civîya, ji bo agahdarbûna li ser rewşa wan a akademîk û perwerdehîyê, û piştrastbûna li ser birêveçûna amadekirina wan.
Rêveberê Îdareya Amadekirin û Perwerdehîyê Husên Selman di dema civînê de tekezî li ser giringîya pabendbûna bi dîsîplîn û ciddîyetê di bidestxistina zanist û perwerdeyê de, û nûnertîya baş a Wezareta Navxwe û welat kir. Selman destnîşan kir ku xwendekarên hatine şandin jêdereke giring in ji bo paşeroja sazîya ewlehîyê.
Her wiha şandê giringîdana berdewam a Wezareta Navxwe bo şopandina karûbarên xwendekaran û xîreta wê ya ji bo dabînkirina pêdivîyên serkeftina pêvajoya wan a zanistî û perwerdehîyê gihand wan. Şandê tekez kir ku ew serpêhatî û zanînên ku xwendekar bi dest dixin, dê xwedî roleke giring be di pêşxisitna karê ewlehîyê û xizmeta welat û civakê de.



