Idlib-SANA
Parêzgarê Idlibê Mihemed Ebdilrehman piştrast kir ku dosyaya vegera xelkê ji kampan bo navçeyên wan ên resen, pêşgavîyeke bingehîn e ji bo parêzgehê.
Ebdilrehman destnîşan kir ku 162,601 malbat bi rastî vegerîyane herêmên xwe, di heman demê de 85,515 malbat hîn di kampan de ne û vegera 6,122 malbatan ji destpêka çaryeka duyem a sala 2026an ve hatiye qeydkirin.
Ebdilrehman di daxuyanîyekê de îro Duşemê got: “Ev amar pêşketineke berbiçav di dosyaya vegerê de nîşan didin.”
Mihemed Ebdilrehman di berdewamîya axaftina xwe de wiha got: “Em kar dikin da ku vegera gelê me bi xwebexşî, ewle, birûmet û domdar be, bi rêya baştirkirina xizmetguzarîyan, nûjenkirina deverên aram û dabînkirina pêdivîyên jîyanê yên bingehîn”.
Navborî spasîya hemû wezaret, rêveberîyên giştî, sazî û alîyên hikûmî yên peywendîdar, Wezareta Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan, rêxistin û dezgehên mirovî û hawarçûnê, û hemû alî û tîmên karker û piştgir kir ji bo hewldan û hevkarîya wan di serkeftina vê dosyayê de.

