Dera-SANA
Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Sivîl li Wezareta Navxwe ragihand ku ji roja Yekşema bê ve, ku dikeve 16ê vê mehê, dest bi karkirina bi pergala cihveqetandina elektronîkî ya pêşwext bi rêya sepana xwe ya fermî li Daîreya Rewşa Sivîl li Derayê (Navenda Xizmeta Welatîyan li Encumena Bajêr) tê kirin.
Rêveberîya Giştî ya Karûbarên Sivîl, îro Çarşemê, bi rêya kanala xwe ya li ser Telegramê zelal kir ku ev gav ji bo hêsankirina karûbaran û parastina dema serlêderan tê.
Her wisa da zanîn ku sepan bi rêya vê lînkê tê daxistin.