Şam-SANA
Balafirgeha Navdewletî ya Helebê di meha Adara borî de tevgereke çalak tomar kir, ku tê de hejmara rêwîyan gihîşt zêdetirî 25 hezar kesî, ku li ser 194 geştên asmanî dabeş bûn.
Desteya Giştî ya Balafirvanîya Sivîl û Veguhastina Asmanî îro Çarşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê eşkere kir ku ev hejmara rêwîyan dabeş bûye ser 12 hezar û 55 kesên çûyî (derketî), li hemberî 13 hezar û 40 kesên hatî.
Balafirgeha Navdewletî ya Helebê pêşkêşkirina xizmetên xwe yên teknîkî û lojîstîk bi karîgerîyeke bilind didomîne, ligel berdewamîya xebatan ji bo başkirina kalîteya xizmetên li ser erdê û berfirehkirina nexşeya geştên asmanî bi awayekî ku xizmeta tevgera veguhastinê bike.