Şam-SANA
Bi amadebûna Wezîrê Paeywendîyan Ebdulselam Heykel, Kompanîya Sûrî ya Peywendîyan û ya Medusa ya Ispanî li Tertûsê rêkeftinek ji bo daxistina yekmîn kabloya deryayî ya ku Sûrîyê bi cîhanê ve girêdide îmze kirin.
Ew kablo ji Portugalê ta Tertûsê dirêj e û înterneteke pir baş û lezgîn dabîn dike.
Heykel dîyar kir ku ev proje digel Silk Linkê armanca wê başkirina înternetê ye û dihêle ku Sûrîye bibe navgîna di nav Ewrupa û Asyayê de di warê dîjîtal de.








