Quneytira-SANA
Hêzeke Îsraîla dagîrker a ku ji çend wesayîtên leşkerî pêk dihat, îro Duşemê derbasî gundê Terenceyê li gundewarê Quneytirayê yê bakur bû.
Nûçegihanê SANAyê dîyar kir ku hêzê hejmarek ji malên gund teftîş kirin, welatîyek girt û ew ber bi zevîyên dagirkirî ve bir, piştre ji deverê vekişîya.
Hêzeke dagîrkerîyê duh Yekşemê jî derbasî gundê Semedanîya Rojava li gundewarê Quneytirayê yê bakur bûbû, û bi ser yek ji malên sivîlan de girt û welatîyek girt, lê piştre ew berda û weke her gav ji gund vekişîya.
Îsraîl bi van êrîşên li ser başûrê Sûrîyê û li ser welatîyan dubare û sêbare binpêkirina Peymana Veqetandinê ya sala 1974an didomîne, êdî xelkên gund nema dikarin bi rehet li gundên xwe bimînin.