Heleb-SANA
Îro Yekşemê, Hikûmeta Sûrîyê rêveberîya navçeya Konabê (Eynel-Ereb) li gundewarê rojhilatê Helebê wergirt. Ev yek bi amadebûna rêveberê îdareya herêmê, hejmarek kesayetên fermî û civakî û nûnerên sazîyên civaka sivîl pêk hat. Ev pêngav bi armanca rêkxistina karên îdarî û ewlehî, xurtkirina aramîyê û çalakkirina sazîyên hikûmetê li deverê hat avêtin.
Berpirsê herêma Kobanê-Eynel-Erebê Îbrahîm Mislim di daxuyanîyekê de ji peyamnêrê SANAyê re got: “Rêveberîya nû ji îro ve bi awayekî fermî dest bi karên xwe kir.” Mislim her wiha destnîşan kir ku gelek civînên berfireh hatine lidarxistin da ku mekanîzmayên kar û planên cîbicîkirinê yên qonaxa bê werin danîn.
Navborî piştrast kir ku karê wan ê sereke dê li ser baştirkirina rewşa xizmetguzarîyê û dabînkirina hewcedarîyên rûniştvanan be û gotina xwe wisa bi dawî anî: “Alîyên peywendîdar bi hevahengî ligel parêzgehê û Hêzên Ewlekarîya Hundirîn ji bo dabînkirina pêdivîyên qonaxa nû kar dikin.”