Şam-SANA
Sendîkaya Hunermendan a Sûrîyê îro pêncşemê sersaxî ji bo hunermenda navdar Huda Şe`rawî xwest. Hunermend Huda Şe`rawî di temenê 88 salîyê de jîyana xwe ji dest da, piştî tawaneke kuştinê ya xedar ku li mala wê ya li taxa Sarûca ya Şamê pêk hat.
Ji alîyê xwe ve, Wezareta Hundir di daxuyanîyekê de ragihand ku yekîneyên ewlehîya hundirîn û tîmên lêkolîna tawanê, piştî agahîya dîtina termê Şe`rawî ku di hundirê mala xwe de hatibû kuştin, yekser dest bi rêkarên yasayî yên pêwîst kirin.
Wezaretê dîyar kir ku lêkolîn hîn berdewam e daku sedem û hûrgulîyên tawanê bi tevahî bên eşkerekirin û hemû kesên têkildar radestî dadgehê bên kirin.
Hunermenda koçkirî wekî yek ji sembolên herî girîng ên hunera Sûrîyê tê hesibandin; di sala 1945an de li Şamê ji dayîk bû û karê xwe yê hunerî di salên şêstî yên sedsala borî de di “Şanoya Gel” dest pê kir û roleke berbiçav tê de lîst. Di salên heftêyî de derbasî dramaya televîzyonî bû û bi beşdarîya xwe di gelek berhemên girîng de, bû yek ji rûyên naskirî û hezkirî li cem xelkê.