Hesekê-SANA
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Ehmed, îro Sêşemê, ligel rêveberên dever û navçeyên ku vê dawîyê hatine destnîşankirin, mekanîzmayên kar di qonaxa bê de gotûbêj kirin, berî ku dest bi erkên xwe yên fermî bikin.
Parêzgar di civînê de tekezî li ser girîngîya xebata bi gîyanê tîmeke yekgirtî, pabendîya bi xizmetkirina hemwelatîyan, û bilindkirina karîgerîya performansa îdarî bi awayekî ku berjewendîya giştî pêk bîne, kir.
Her wisa Nûredîn tekezî li ser pêwîstîya amadebûna meydanî, guhdarîkirina li pêdivîyên xelkê, lezkirina cîbicîkirina karûbarên wan, û çareserkirina dijwarîyan bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar kir, bi awayekî ku beşdarîyê di baştirkirina asta xizmetên pêşkêşkirî de li dever û navçeyên cuda cuda bike.

Navborî li dawîyê banga duqatkirina hewldanan di qonaxa bê de kir, her wisa çespandina binemayên zelalî û berpirsyarîyê, da ku performansa sazîyan xurt bibe û daxwazên hemwelatîyan cî bi cî bike.
Hêjayî gotinê ye ku Rêveberên deverên Serê Kanîyê, Qamişlo û Dêrikê, her weha rêveberên her du navçeyên Çil Axa û Holê beşdarî civînê bûn.