Heleb-SANA
Balafirgeha Navneteweyî ya Helebê pêşwazî li yekemîn geşta şirketa “flydubai” ya Imaratê kir, wek destpêka vekirina hêla ezmanî ya rasterast ku Heleb û Dubayê bi hev ve girêdide, ji bo xurtkirina tevgera veguhastina ezmanî, zêdekirina bijardeyên rêwîtîyê, hêsankirina çûnûhatina rêwîyan û piştgirîya çalakîya aborî û geştyarîyê.
Rêveberê şirketa “Seravia” ya xizmetguzarîyên balafirvanîyê, Usama Telco, dîyar kir ku hêla nû pêşketineke cîyawaz peyda dike ku dihêle gihîştina deverên cîhanî yên wekî Awistralya û welatên Rojhilatê Asyayê bi rêya tora şirketê pêkan be. Wî tekez kir ku tevlîbûna kompanyên nû, nîşana zêdebûna bawerîya bi sektora balafirvanîya sivîl a Sûrîyê ye, û girêdana welat bi derdora wî ya herêmî û cîhanî re xurt dike.
Ji alîyê xwe ve, hin rêwîyên ku ji Imaratê hatibûn, kêfxweşîya xwe bi vekirina hêla nû anîn ziman, pesnê hêsanî û zûbûna rêkarên gihîştin û wergirtina çanteyan dan, û hêvî kirin ku ev hêl bibe faktera hêsankirina çûnûhatina koçberan û zêdekirina tevgera rêwîtîya bo Sûrîyê.


