Heleb – SANA
Karên berfirehkirin û nûjenkirina dergehê El-Raî li gundewarê Helebê yê rojhilat berdewam in, bi armanca bilindkirina şîyana wergirtinê, birêxistinkirina tevgera derbasbûn û pevguhertina bazirganîyê, û baştirkirina kalîteya xizmetguzarîyan ji bo rêwîyan.
Berpirsê sazî û çaksazîyê li dergeh, endezyar “Ehmed El-Mendû” dîyar kir ku projeyeke tekûz ji bo nûjenkirina binesazîya dergeh tê cîbicîkirin. Di nav vê projeyê de, avahîyên gumrikê, taqîgeh û hola koçberîyê hatine qedandin, ligel sazkirina qapana elektronîk û berfirehkirina rê û qadan ji bo bilindkirina şîyana xebatê di xizmeta tevgera bazirganî û rêwîyan de.
Ev proje di çarçoveya hewldanên baştirkirina binesazîya xizmetguzarîyê li dergehên sînorî tên, bi awayekî ku piştgirîya çalakkirina aborî dikin û beşdarî hêsankirina tevgera veguhastin û pevguhertina bazirganîyê dibin.