Gundewarê Şamê – SANA
Di çarçoveya plana wezareta Ewqafê ya ji bo pêşxistina binesazîya perwerdehîya olî li parêzgeha Gundewarê Şamê, û bi amadebûneke fermî û hejmarek endamên Encumena Gel û kesayet û rîspîyên herêmê, Wezîrê Ewqafê Muhemed Ebû El-Xêr Şukrî kevirê bingehîn ê Komeleya Perwerdehîya Olî ya El-Hame danî.
Ev komele avahîyeke zanistî û bangewazî ya temamker e ku girêdayî Wezareta Ewqafê ye, li ser rûbereke 3500 metre çargoşe hatiye avakirin. Dibistaneke amadeyî ya keçan ku dikare nêzî 480 xwendekaran li xwe bigire, û ya kuran ku cihê 430 xwendekaran tê de heye, ligel mizgeftekê ku cihê derdora 400 nimêjkeran tê hiltê, di nava xwe de dihewîne.
Komeleya Perwerdehîya Olî ya El-Hame, ku karên avakirina wê di demeke nêzîk de dê dest pê bikin, dezgehên xizmetê, holên semîneran û pirtûkxaneyekê jî dihewîne.









