Heseke-SANA
Îro Pêncşemê, Rêveberê Giştî yê Sazîya Giştî ya Sîgorte û Mûçeyan Meşhûr El-Zu’bî di serdanekê de ji bo bajarê Dêrikê (El-Malikîye) li gundewarê Hesekê, avahîya sazîyê li bajêr wergirt, ji bo ku dest bi karên amadekirin, nûjenkirin û çakkirina wê bike.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê li ser kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku wergirtina avahîyê di dema civînekê de pêk hat ku Rêveberê Giştî yê Sazîyê û Rêveberê Şaxê Sazîyê li Hesekê Hisên El-Ebûş, bi şaredarê Dêrikê Mahir Umer û Rêveberê Şaxê Sazîya Giştî ya Posteyê li Dêrikê Xalid Hisên Mecdel re, bi amadebûna hejmarek ji karmendan civîyan.

Rêveberîyê bal kişand ser wê yekê ku ev pêngav di çarçoveya plana çalakkirina sazîyê û temamkirina rêkarên yekkirina wê de tê, da ku berdewamîya xizmetên wê û başkirina asta xizmetên ku ji welatîyên parêzgehê re têne pêşkêşkirin were dabînkirin.
