Reqa – SANA
Duh Duşemê, di encama teqîna mîneke ji bermahîyên rejîma berê li gundê Cebrelîyê li rojavayê herêma Girê Sipî (Til Ebyed) li gundewarê parêzgeha Reqayê zarokekî û bavê wî jîyana xwe ji dest da. Ev bûyer piştî ku ew derbasî deverê bûn berî ku karên rakirina mînan bi dawî bibin, qewimî.
Rêveberê herêma Girê Sipî Se’d Faris, di daxuyanîyekê de ji bo SANAyê re piştrast kir ku bav û kurê wî derbasî herêma rojavayê Girê Spî bûne, tevî hişyarîyên dubare yên ku ji hêla rêveberîya navçeyê ve hatibûn dayîn.

Her wiha hatibû tekezkirin ku qedexe ye mirov di ser xalên kontrolê yên Ewlehîya Hundirîn re derbasî herêmê bibe berî ku tîmên endezyarîya leşkerî bidawîbûna karên paqijkirina mînan ragihînin.
Bi rênimayîyên parêzgarê Reqayê û bi hevahengîya Wezareta Parastinê, Faris dîyar kir ku rêveberîya deverê sê meh in li ser paqijkirina herêmên mînkirî û bermahîyên şer dixebite, da ku zemînek amade bibe ji bo vegera ewle ya şênîyan bo ser hal û malên wan.