Hesekê-SANA
Rêveberîya Perwerde û Hînkirinê li Hesekê, bi hevkarîya ligel rêxistina UNICEFê, xuleke perwerdeyê ya pispor di warê piştgirîya derûnî û fêrbûna çalak de saz kir, ku 35 mamosteyên jin û mêr li bajarê Hesekê armanc dike û pênc rojan berdewam dike.
Rêveberîya Ragihandina Hesekê îro Yekşemê bi rêya kanala xwe ya Telegramê dîyar kir ku armanca xulê xurtkirina şîyanên mamosteyan di pêşkêşkirina piştgirîya derûnî ji bo xwendekaran, û pêşxistina behreyên wan di sepandina stratejîyên fêrbûna çalak de li hundirê polên xwendinê ye, bi rengekî ku beşdarî dabînkirina jîngeheke perwerdeyê ya ewle û hander bibe, û asta kalîteya proseya perwerdeyê bilind bike.
Her wiha anî ziman jî: Xul rûniştinên perwerdeyê yên teorîk û pratîk li xwe digire ku ji alîyê perwerdekarên pispor ve tên pêşkêşkirin, ev yek di çarçoveya hevkarîya berdewam de ligel rêxistina UNICEFê ji bo pêşxistina kadroyên perwerdeyê û xurtkirina kiryarên perwerdehîyê li parêzgehê tê kirin.