Şam-SANA
Wezîrê Veguhastinê yê Sûrîyê Ye’rub Bedir rewşa sektora veguhastinê, rê û binesazîyê li parêzgeh Hesekê û rêyên pêşxistina wan bi endamên Encumena Gel ên parêzgeha Hesekê Mehmûd El-Madî, Omer El-Hayis û Mihemed Seîd El-Heso re gotûbêj kirin, bi rengekî ku piştgirîyê bide başkirina xizmetên ku pêşkêşî welatîyan tên kirin û xurtkirina tevgera geşepêdanê.
Hevdîtina ku duh Pêncşemê li avahîya wezaretê li Şamê pêk hat, li ser astengîyên sereke yên li pêşîya tora rêyan li parêzgeha Hesekê sekinî.
Her wiha behsa pêdivîyên parêzgehê yên di warê nûjenkirin û çaksazîya hejmarek tewerên rêyan ên girîng hat kirin, ku ev yek dê bandoreke erênî li ser tevgera veguhastin û çûnûhatinê bike û xizmeta çalakîyên aborî û xizmetguzarîyê bike.
Endamên Encumena Gel ên Hesekê tekezî li ser girîngîya lezkirina cîbicîkirina projeyên nûjenkirina rêyan û pêşvebirina binesazîya veguhastinê kirin, ji ber ku ew ji bo xelkê parêzgehê wekî pêşgavîyekê tê hesibandin û roleke wê ya mezin di piştgirîkirina geşepêdanê û başkirina asta xizmetguzarîyan de heye.