Dera-SANA
Hêzên Îsraîla dagîrker îro Sêşemê derbasî gundê Me’erîye li herêma Hewda Yarmûkê ya li gundewarê rojavayê Derayê bûn.
Nûçegihanê SANAyê ragihand ku hêza ku ji nêzî 20 wesayîtan pêk dihat, di nav kolanên gund de gerîyan û di heman demê de dron li asman wê difirîyan, berî ku ji herêmê vekişin.
Sûrîye bi berdewamî daxwaza derketina Îsraîla dagîrker ji axa xwe dike û tekez dike ku hemû pêngavên ku ew li başûrê Sûrîyê dihavêje pûç û betal in. Her wiha bang li civaka navdewletî dike ku berpirsyarîyên xwe pêk bîne, rê li ber kiryarên dagirkerîyê bigire û wê neçar bike ku bi temamî ji başûrê Sûrîyê vekişe.