Şam-SANA
Wezîrê Berevanîyê Lîwa Murhef Ebû Qesra tekez kir ku wezaret bi rêya hejmarek ji pêkhateyên xwe yên bejayî, deryayî û asmanî li parêzgeha Dêrezorê amade ye. Vê yekê ji saetên yekem ên bilindbûna tund a asta ava çemê Firatê ve, û cîbicîkirina operasyonên rizgarkirin, veguhastin û alîkarîyê ligel karên endezyarîyê li ser dirêjahîya rûbera çem li parêzgehê didomîne.
Wezîrê Berevanîyê di postekê de li ser platforma (X)ê îro Yekşemê dîyar kir ku pêkhateyên Wezareta Berevanîyê mil bi mil bi birayên xwe re di sazî û wezaretên din de kar dikin.
Lê zêde jî kir û got: “Xwedê gelê me li Dêrezorê biparêze, û me di xizmetkirina wan û parastina can û milkên wan de serfiraz bike.”
Wezareta Berevanîyê rêzeke tedbîrên meydanî li parêzgeha Dêrezorê girtibûn, bi armanca parastina welatîyan, derxistina zîyandîtîyan û dabînkirina pêdivîyên wan ên bingehîn, bi hevahengîya ligel alîyên peywendîdar, piştî wan zîyanên ku ji ber bilindbûna asta ava çemê Firatê li ser hejmarek herêm û gundên li qeraxên çem pêk hatine.