Heseke-SANA
Hikûmeta Sûrîyê îro Înê komeke nû ya girtîyên li cem xwe, yên ku endamên “HSD“ê ne li parêzgeha Hesekê berdan. Ev yek di encama hewldanên tîma serokatîyê ku erkdar e bi şopandina cîbicîkirina xalên peymana 29ê Kanûna Duyem bi HSDê re, û bi hevkarîya Fermandarîya Ewlehîya Navxweyî li parêzgehê pêk hat.
Rêveberîya Ragihandinê li Hesekê, di kanala xwe ya Telegramê de dîyar kir ku girtîyên hatine berdan, berê di dema operasyonên sepandina qanûnê de hatibûn girtin.
Cîgirê Parêzgarê Hesekê Ehmed El-Hîlalî got ku îro 232 girtîyên HSDê ku di bûyerên dawî de hatibûn girtin, hatin berdan. El-Hîlalî destnîşan kir ku ev pêngav di çarçoveya temamkirina cîbicîkirina peymana 29ê Kanûna Duyem de tê, ku tê de berdana hemû girtîyan hatiye dîyarkirin.




