Şam-SANA
Wezareta Enerjîyê ya Sûrîyê tekez kir ku Bendava Tişrînê li parêzgeha Helebê di miameleya ligel bilindbûna asta ava çemê Firatê di rojên borî de, amadebaşîyeke xebitandinê ya bilind nîşan daye. Ev yek jî ji ber ku xwe spartiye şîyanên xwe yên teknîkî yên ku şeş komên hilberînê yên ji cûreyê Kaplan, û gola depokirinê ya bi qebareya 1.8 mîlyar metrekab.
Wezaretê di daxuyanîyekê de li ser kanala xwe ya Telegramê îro Sêşemê dîyar kir ku, bi bilindbûna asta ava çemê Firatê re, Sazîya Giştî ya Bendava Firatê sîstema çavdêrîyê li Bendava Tişrînê bi awayekî mezintir çalak kir, û kadroyên xwe yên teknîkî bi hevkarîya ligel her du bendavên Firat û Kedîran xistin rewşa amadebaşîyê, ji bo misogerkirina birêkxistineke ewle û hevseng ji ava çêm re.
Wezaretê destnîşan jî kir ku gola Bendava Tişrînê pêla avê di nav şîyana xwe ya depokirinê de ku nêzî %95 bû pêşwazî kir. Seravêj jî ber bi gola Bendava Firatê ve hat vekirin ligel xurtkirina hilberînê ber bi bajarê Helebê û parêzgeha Hesekê ve bi rêya du xetan ji pêncan, di nav çavdêrîyekê de ji bo misogerkirina silametîya sazîyê.