Quneytira-SANA
Parêzgarê Quneytirayê, Xesan El-Seyid Ehmed, ligel şandeke Komîteya Lêkolînê ya Navdewletî ya Serbixwe ya ji bo Sûrîyê, binpêkirinên dubare yên Îsraîlê yên li dijî qanûnên navdewletî li parêzgehê û binpêkirina Peymana Veqetandina Hêzan a sala 1974an, gotûbêj kirin.
Parêzgar şiroveyeke berfireh li ser bandorên van binpêkirinan li ser jîyana niştecîyan û aramîya wan, her wiha li ser zirarên giran ên ku gihane sektorên çandinî û ajaldarîyê, pêşkêş kir.
Ji alîyê xwe ve, şandê erkê xwe yê belgekirin û lêkolînê ji bo amadekirina raporên Neteweyên Yekbûyî (NY) şîrove kir, ku di vê çarçoveyê de serdanên meydanî bo bajarokên El-Himêdîyê, Um El-Izam û Cebata El-Xeşeb pêk anîn da ku ji nêz ve li rûxandina malan û zirarên gihiştine çavkanîyên debara jiyanê binêrin.


