Şam-SANA
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Gundewarê Şamê Emîd Ehmed El-Dalatî tekez kir ku lêkolînên destpêkê bi şaneya ku hatiye girtin û destê wê di teqînên 7ê vê mehê de li Şamê hebû, nîşan didin ku ew endamên rêxistina terorîst a DAIŞê ne.
El-Dalatî duh êvarê di daxuyanîyekê de ji bo kanala El-Ixbarîya ya Sûrîyê got: “Dezgehên ewlehîyê bi hevkarîya Dezgeha Hewalgirîya Giştî, demildest piştî teqîna terorîstî ku Şama paytext kir armanc, dest bi lêkolînên xwe kirin”.
Navborî axaftina xwe wiha berdewam kir û got: “Kamerayên çavdêrîyê û tomarên taybet ên navçeyê hatin kontrolkirin, ku ev yek bû sedema destnîşankirina endamekî şaneya encamder, û bi rêya şopandina wî, em gihîştin endamên din ên şaneyê.”
Fermandarê Ewlekarîya Hundirîn li Gundewarê Şamê Emîd Ehmed El-Dalatî her wiha got: “Operasyona ewlehîyê piştî plansazîyeke hûrbîn û bi çavdêrîya Fermandarîya Ewlehîyê û Rêveberîya Têkoşîna Dijî Terorê li Dezgeha Hewalgirîya Giştî hat encamdan. Operasyonên hemwext li gelek deverên Şamê û gundewarê wê, di nav de El-Hisînîye li herêma başûr û Iş El-Werwerê hatin lidarxistin û di encamê de hemû endamên şaneya ku beşdarî encamdana teqînê bûbûn, hatin girtin.”