Hims-SANA
Dergehê Cûsîyê yê sînorî yê li gundewarê Himsê, ji destpêka vê salê ve tevgerke çalak a derbasbûna di navbera Sûrîye û Libnanê da tomar kiriye. Ev yek di bin sîya berdewamîya herikîna geştyar û kesên ku bi daxwaza xwe vedigerin, her wiha bi saya Karûbarên hêsankirî û xizmetguzarîyên domdar ên ku kadroyên dergeh ji bo misogerkirina leza pêkanînê û herikîna tevgerê pêşkêş dikin.
Desteya Giştî ya Dergeh û Gumrikan îro Duşemê dîyar kir ku hejmara giştî ya geştyarên ku di şeş mehên pêşî ji vê salê de di dergeh re derbas bûne, gihîştiye 522 hezar geştyaran; ji wan 331 hezar derbasî Sûrîyê bûne û 191 hezar jî ji Sûrîyê derketine.
Desteyê her wiha got ku di heman demê de nêzîkî 127 hezar welatî di çarçoveya bernameya vegera bi dilxwazî de vegerîyane welatê xwe.