Dera – SANA
Li navendeke firotina sotemenîyê li bajarê Tefesê li gundewarê rojavayê Derayê, di encama derketina agirekî de, îro Pêncşemê du kes mirin û 9 kesên din jî li ber xeniqînê ketin.
Rêveberê Nexweşxaneya Neteweyî ya Tefesê Dr. Nizar El-Ribdawî di daxuyanîyekê de ji SANAyê re dîyar kir ku ji ber vî agirî, beşa hawarçûnê pêşwazî li 9 rewşên li ber xeniqînê bûn kir, û destnîşan kir ku karmendên bijîşkî alîkarîyên pêşîn û tedbîrên dermankirinê yên pêwîst ji wan re pêşkêş kirin.
Ji alîyê xwe ve, Fermandarê Operasyonan ê Parastina Sivîl li Rêveberîya Rewşên Awarte û Birêvebirina Karesatan a herêma başûr Ehmed El-Hacer amaje bi wê yekê kir ku agir di dema dagirtina depoya sotemenîyê ya otomobîlekê de derketiye.
El-Hacer wisa jî got: “Tîmên Parastina Sivîl a Sûrîyê nêzîkî sê saetan xebitîn da ku agir vemirînin, sar bikin, û dikarîbûn laşên qurbanîyan derxînin”.




