Hesekê-SANA
Şandeke Wezareta Dadê bi serokatîya Dozgerê Giştî yê Sûrîyê, dadwerê şêwirmend Hesan El-Turbe, û bi amadebûna tîma serokatîyê ya erkdar ji bo şopandina bicihanîna peymana 29ê Kanûna Duyem ligel “HSD”, û fermandarîya Ewlehîya Hundir li Hesekê, serdana girtîgeha “Elaya” li bajarê Qamişloyê kir. Ev serdan di çarçoveya rêkarên wergirtina rêveberîya girtîgehan û girêdana wan bi sîstema dadwerî ya ser bi Wezareta Dadê ve pêk hat.
Berdevkê tîma serokatîyê Ehmed El-Hîlalî, di daxuyanîyekê de ku Rêveberîya Ragihandinê li Hesekê belav kiriye, hûrgilîyên serdanê eşkere kirin û bal kişand ser wê yekê ku ev pêngav di çarçoveya jinûve çalakkirina sîstema dadwerîyê û destpêkirina karên dadgehan li herêmê tên.
El-Hîlalî tekez kir ku ev pêngav nîşaneyên erênî ne li ser pêşketina pêvajoya yekbûnê û jinûve rêxistina sazîyên dadwerî li parêzgeha Hesekê, bi rengekî ku serwerîya qanûnê xurtir bibe û xizmetguzarîyên dadwerî pêşkêşî welatîyan bike.